Li Hesekê otomobîla berpirsekî Hizbullahê hate teqandin

Li Hesekê otomobîla berpirsekî Hizbullahê hate teqandin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li çargoşeya ewlehiyê ya bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, otomobîleke, serkirdeyekî Hizbullaha Lubnanê tê de bû teqiya û ew kes birîndar bû.

Çavkaniyên ji Hesekê ragihandine ku li çargoşeya ewlehiyê ya li bajarê Hesekê ku ew dever di bin kontrola hêzên rêjîma Sûriyeyê de ye, di otomobîla serkirdeyê Hizbullaha Lubnanê Eyad El-Salih (Ebû Yeyder) de teqîn çêbûye.

Di encama teqînê de xwediyê otomobîlê yê bi navê Eyad El-Salih birîndar bû û ji bo nexweşxaneya Lolo ya li çargoşeya ewlehiyê hate veguhestin. Hatiye diyarkirin ku teqîn ji ber bombeyeke çandî çêbûye û hêzên rêjîmê cihê bûyerê dorpêç kirine.

Hêjayî bibîrxistinê ye, li navenda bajarê Hesekê û Qamişlo hinek tax di bin kontrola hêzên rêjîma Sûriyeyê de ne û ji wê herêmê re “çargoşeya ewlehiyê" tê gotin û tevî avahiyên rejîmê hêzên wê jî li wê herêmê hene.