PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro beyaniyê li Hewlêrê 2 kesan, li Silêmaniyê jî kesekî din ji nexweşiya vîrusa koronayê can dane.
Rêvebirê Nexweşxaneya Îmaratî ya Hewlêrê Dr. Şaxwan Xeylanî ragihand, îro du kesên din li Hewlêrê ji koronayê can dane ku temenê yekî 60 û yê din jî 47 salî bû.
Dr. Şaxwan Xeylanî gotiye, heta niha 75 pêketiyên koronayê li nexweşxaneya Îmaratî di bin çavdêriya tenduristiyê de ne. Rewşa piraniya wan baş e û lê ya hinekan nebaş e.
Herwiha Rêvebirê Tenduristiya Nexweşxaneya Şehîd Tahir Elî Welî Beg li bajarê Silêmaniyê Dr. Azad Hewramî jî ragihand, îro danê sibê welatiyekî 69 salî ji koronayê can daye ku nexweşiyeke wî ya din ê dirêj jî hebûye.
Li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi vîrusa koronayê can dane heta niha gihîştiye 243 kesan ku ji 7 hezar û 48 pêketiyan jî 2 hezar û 520 kes baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin