Li Hewlêrê 4 parzûngehên neyasayî hatin girtin

Li Hewlêrê 4 parzûngehên neyasayî hatin girtin

PeyamaKurd - Li parêzgeha Hewlêrê di nava hefteyekê de çar parzûngehên neyasayî yên petrolê ku bi dizî û di saetên şevê de dixebitîn, hatin girtin.

Rêveberê Jîngeha Hewlêrê Dilşad Hîranî ragihand ku li gorî biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya gulana 2024an, hemû parzûngehên neyasayî hatine rawestandin û ti destûr ji wan re tune ye.

Hîranî destnîşan kir ku xwediyên van çar parzûngehan hatine desteserkirin û ew ê rûbirûyî girantirîn cezayên yasayî bibin.

Dilşad Hîranî her wiha aşkere kir ku bi hemahengiya hêzên ewlehiyê operasyoneke berfireh li dijî wan kesên ku bi şevan lastîk û zibil dişewitînin dest pê dike.

Li gorî amarên Desteya Parastin û Çakkirina Jîngehê, heta niha ji 160 parzûngehên neyasayî 139 li Hewlêrê, 14 li Dihokê û 6 li Silêmaniyê hatine girtin.

Niha tenê sê parzûngehên fermî (Kar, Lanaz û Qeywan) kar dikin. Ji aliyê din ve, di çarçoveya "Projeya Ronakî" de bi vemirandina 3 hezar û 689 jeneratoran, rojane belavbûna 690 ton gaza karbon dîoksîtê (CO2) hatiye kêmkirin.