Li Kurdistanê girtina cinan, nivist û sêhr hat qedexekirin

Li Kurdistanê girtina cinan, nivist û sêhr hat qedexekirin

PeyamaKurd- Wezareta karên hundir ya Kurdistanê li ser gilî û gazinên xelkê ku hinek kes hîssên mirovan îstîsmar dikin, weka çêkirina niviştan, girtina cinan û betalkirina sêhran, qedexe kir. Di ser qedexeyê de kesên ku li pey vê biryarnameyê neçin, wê mueyyideyên cezayî bo wan bên kirin. Wezareta karên hundir ya Kurdistanê bi nivîskî ragihand ku wê wezareta ewqaf û karên olî bi rêvebiriya asayîşê ya giştî re bi hevkarî di mijarê de xebatê bikin.

Wezaret weha got: “Tilsim, sêhr, çêkirina niviştan, girtina cinan bi biryara wezaretê hatine qedexekirin.”

Wezareta Ewqaf û Dîn jî ragihand ku wan tiştên navborî di dîn de ciyê wan tineye û ti têkiliya wan bi îslamê tine ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin