PeyamaKurd – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku bi awayekî serkeftî têkoşîna dijî metirsiya vîrusa koronayê dide, hêdî hêdî qedexe û rêkarên xwe sist dike.
Li parêzgeha Duhokê ku ev bi qasî mehekê ye qedexeya derketina derve berdewam bû, îro qedexe tê rakirin û jiyan hêdî hêdî asayî dibe.
Biryara rakirina qedexeyê îro pêşî li navçeyên Akrê û Amedîyê kete meriyetê ku dê çûnûhatina trafîkê jî ji 5ê beyaniyê heta demjimêr 18ê êvarê sebest be.
Herwiha wê restoranên karê servîsa pakêtê dikin ji demjimêr 06:00 heta 17;00 vekirîbin û berber jî ji 08:00 heta 17:00 vekirîbin.
Qedexeya derketina derve rojên 14 û 17ê Adarê li Herêma Kurdistanê hatibû ragihandin û piştre hatibû dirêjkirin.
Li Herêma Kurdistanê heta niha 4 kesan ji vîrusa korona can daye, 337 tûşbûyî hatine tomarkirin û 244 kes bi temamî baş bûne. Herwiha di çend rojên dawî de haletên tûşbûnê dernakevin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin