Li nêzî Hewlêrê helîkoptera Hevpeymaniyê kete xwar

Li nêzî Hewlêrê helîkoptera Hevpeymaniyê kete xwar

PeyamaKurd – Hate ragihandin, îro 27ê Tîrmehê danê nîvro, helîkopterek li gundê Qelasoranê yê navçeya Giwêr a Mûsilê ku nêzîkî Hewlêrê ye kete xwar.

Serpereştiyarê Eniya Mexmûr-Giwêrê yê hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî derbarê ketina helîkopterê de ragihand ku ew helîkoptera hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê bûye û di dema perwerdeyê de ketiye.

Sîrwan Barzanî da zanîn ku piştî bûyerê wan zaniye ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê li cihê bûyerê hebûn û ew helîkopter jî ya wan e.

Hate diyarkirin ku helîkopter ji ber pirsgirêkeke teknîkî ketiye û du kesên tê de bûn jî bi selamet in ûbirîndar jî nebûne.”

Li gorî zanyariyan tîmeke hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji bo lêkolînê çûye cihê helîkoptera ketî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin