Li Nisêbînê qeza: Ji heman malbatê 6 kes mirin

Li Nisêbînê qeza: Ji heman malbatê 6 kes mirin

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Nisêbînê li ser rêya Cizîrê li gundê Tilyaqûbê (Tepealti) otomobîlekî ket nava kanala avê û ji heman malbatê 4 ji wanz arok 6 kes mirin. Sedema qezayê nehat zanîn. Qeza piştî nîvro qewimî.

Li ser qezayê tîmên tenduristiyê, îffaiye û cendirmeyan çûn ciyê qezayê. Di kontrola tîmên tenduristiyê de dîtin ku kesên di erebê de asê mane; Zana Öztürk (5), Mert Öztürk (5), Mehmet Şirin Öztürk (11) û Lavin Öztürk (9) jiyana xwe ji dest dane.

Fikriye Öztürk (30) û Gülcan Öztürk (28) ji erebê derxistin û birin nexweşxana dewletê ya Nisêbînê. Tevî xwestin her jinan rizgar jî bikin di encamê de bi ser neketin û her dû jîjiyana xwe ji dest dan.

Cenazeyên kesên candayî, ji bo otopsiyê birin morga nexweşxanê.