PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê li dijî madeyên hişbir, Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Rûbirûbûna Tawanan yên Rêveberiya Xweser, dest bi operasyonê kirin.
Hêzên Ewlekariya Navxwe di civînek rojnamevaniyê de diyar kirin, 182 tohmetbar hatine girtin, di nav wan de 33 bazirgan, 78 kesên madeyên hişbir bi kar dianîn hene, ku 71 kes jî ji wan, reklama bikaranîna madeyên hişbir dikirin.
Li gor Berdevkê Asayişa Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê Elî Hesen da zanîn: “182 tohmetbar hatin girtin. Di nav wan de 33 bazirgan û 71 kesên ku reklama bikaranîna madeyên hişbir dikirin û 78 jî ji wan madeyên hişbir bi kar dianîn.”
Amara madeyên hişbir ên di operasyonê de jî ji aliye Berdevkê Asayişa Rêveberiya Xweser ê Rojavayê Kurdistanê ve hat destnîşankirin: “213 kûlmên Heşîş, 215 hezar û 510 hebên madeyên hişbir, 51 gramên madeyên Hîroîn, 124 derziyên hişbir, 3159 şitlên Heşîşê, 22 kîlogramên madeya heşîş ya Ernûs, şeş hezar û 593 gramên madeya heşîşa macûnê, şeş hezar û 600 gramên madeya H Pûz ya hişbir.”
Herî dawî Berdevkê Asayişa Rêveberiya Xweser diyar kir, hêzên ewlehiyê di wê operasyonê de dest daniye ser gelek cûreyên çekan jî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin