PeyamaKurd – Piştî civîna sê alî ya li Serokatiya Herêma Kurdistanê ku hersê partiyên beşdarên hikûmetê PDK, YNK û Goran tê de beşdar bûn, duxayaniyeke hevbeş hat ragihandin.
Di daxuyaniya ku di encama civîna bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêk hat de, hat gotin, biryar hat dayîn ku di demeke herî nêz de şandeke payebilind a siyasî û hikûmî ya Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike ji bo gotûbêjên ligel Hikûmeta Federal a Iraqê û aliyên Iraqî ji bo gihiştina rêkeftinê û çareserkirina kêşeyên hilawestî, bi taybetî maf û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê û cîgirkirina wan di projeyasaya budceya 2021ê ya Iraqê de.
Herwiha hat diyarkirin, di civînê de tekezî li ser piştevaniya reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dahat û xerciyên Herêmê û pêkanîna hemû pêngavên pêwîst de kiriye ji bo dabînkirina mûçeyên mehane yên mûçexuran û bersivdana daxwazên wan ên rewa.
Di berdewamê de hatiye destnîşankirin, xwepêşandanên şaristanî û dûrî alozî û êrîşên ser sazyên fermî û malên welatiyan, mafekî rewa ye û aliyên siyasî tekezî li berpirsyariya hevbeş kirine ji bo berjewendiyên bilind ên welatiyan di derbasbûna rewşa nexwestî ya Herêma Kurdistanê de û herwiha çareserkirina kêşe û qeyranan, rûbirûbûna astengiyan û parastina qewareya Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûrê de.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin