Li Sirnexê bi lêdana brûskê 3 kes bi giranî birîndar bûn

Li Sirnexê bi lêdana brûskê 3 kes bi giranî birîndar bûn

 PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Zozana Faraşînê ya navçeya Elkê ya dikeve ser bajarê Şirnex a Bakurê Kurdistanê brûskê li 7 kesan da.

Li gorî zanyariyan doh 7ê Tebaxê êvarê li Zozana Faraşînê ya navçeya Elkê ya Şirnexê, brûskê li 7 kesên pez diçêrandin daye û 3 ji wan bi giranî birîndar bûne.

Hat zanîn dema wan kesên brûskê li wan xistiye, xwestine li binê darekê xwe ji baranê biparêzin.

Hat diyarkirin ku li ser agahdarkirina hemlwelatiyan, tîmên tenduristiyê û cenderme çûne cihê bûyerê û birîndar rakirine Nexweşxaneya lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin