Li Wanê ji bo 3 rojan qedexeya kirina çalakiyan hat ragihandin

Li Wanê ji bo 3 rojan qedexeya kirina çalakiyan hat ragihandin

PeyamaKurd – Parêzgeha bajarê Wan a bakûrê Kurdistanê ji bo çalakiyan 3 roj qedexê danî. Qedexe ji 14 ê Sibatê heya 16ê Sibatê dê dewam bike.

Di nav çalakiyên hatine qedexekirin de meş, ragihandina çapemeniyê, belavkirina belavokan, vekirina stendan, vegirtina konan û çalakiyên weka wan hene.

Kesên bixwazin çalakiyan bikin, divê îzna parêzgehê, qeymeqamiyan û hêzên asayîşê bistînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin