PeyamaKurd – Kompaniya Çekan a Rûsyayê Rosoboronexportê ragihand, sewqîyata pergalên parastina hewayî yên rûsî S-400 di meha Tîrmeha bê de dest pê dike.
Serokê Rosoboronexport Aleksandr Miheyev ji medya rûsî re li ser krîza S-400an û balafirên F-35ên amerîkî nirxandin kir.
Miheyev diyar kir ku ew amade ne li şûna F-35ên amerîkî li ser balafirên cengî yên rûsî bi Tirkiyê re danûstandinê bikin û li ser teslîmata S-400an ku Amerîka gefa cezakirinê li Tirkiyê dixwe got, dê sewqiyat li meda Tîrmehê dest pê bike.
Miheyev herwiha da zanîn ku ew li ser çêkirina S-400an li Tirkiyê jî li ser peymanê kar dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin