PeyamaKurd- Malpera nûçeyan ya Lubnanê El-Ahd îdda kir ku geşedanên navnetewî û yên li qada Sûriyê wê bikin ku Tirkiyê ji Bakûrê Sûriyê vekişe.
Generalê teqawîtbûyî Sharll Ebî Nadir bi sernavê “Tirkiye wê teslîm bibe û ji Sûriyê derkeve!” nivîsek nivîsand û got Tirkiye ji aliyekî ve hewl dide ku operasyona li dijî Idlibê taloq bike û ji aliyê dî ve jî dixwaze li cem Rûsya û Îranê bisekine û rola xwe ya li Astanayê winda neke.
Ebî Nadir wiha berdewam kir: “Tirkiye di heman demê de dixwaze ku milîtananên opozîsyonê wekî serdestiyekê di destê xwe bi kar bîne. Pêvajoya niha li gorî avantaja Rejîma Sûriyê dimeşe û taliyê, opozîsyon wê li hemberî Artêşa Sûriyê bi paş de vekişe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin