PeyamaKurd - Hilbijartinên herêmî yên Fransayê îro 15ê Adarê, li 35 hezar bajar, bajarok û gundan, di bin tedbîrên tund ên xweparastina ji vîrûsa koronayê birêve diçin.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, 12ê Adarê, ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê girtina dibistan, kolej û zanîngehan ragihandibû û gotibû, hilbijartin nayên bipaşxistin.
Hikûmeta Fransayê ji bo kêmkirina metirsiya vîrûsê li navendên dengdanê, dest bi dabînkirina kelûpelên paqijkirina dest û jinavbirina vîrûsê li hemû binkeyan kiriye daku welatî ji silametiya xwe piştrast bin û bê tirs beşdarî dengdanê bibin.
Rêvebera Binkeya Dengdanê Marie-France Hubaud jî ragihand, “Heta bibêjî piştrast im û hikûmet jî piştrast e ku hemû tiştek hatiye kirin ji bo jinavbirina vîrûsê li sazî û navendên dengdanê û hemû tiştek silamet e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin