PeyamaKurd – Di derbarê diyaloga Kurdî- Kurdî de, Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk diyar kir, tevî gelek zehmetî hene jî, diyalog berdewam e.
Berdevka PYDê Sema Bekdaş ji K24ê re axivî û got, di dema dawî de diyaloga Kurdî – Kurdî rawestiyabû, ji ber ku aliyê serperiştiya diyalogê dikir (Amerîka) ne amade bû.
Herwiha da zanîn: “Di dema bê de diyaloga Kurdî – Kurdî dê berdewam bike. Em wek partiyên PYNKê, tevî ku di dema dawî de zehmetî derketin û gelek tişt rû dan ku bandora xwe li ser diyaloga Kurdî kirin hebûn, lê em ê rijd diyalogê berdewam bikin.”
Daxuyaniya Berdevka PYDê piştî ku hefteya borî hejmarek ji baregeh û nivîsgehên ENKS û partiyên wê li Rojavayê Kurdistanê, rastî êrîşên çekdarî û şewitandinê hatibûn tê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin