PeyamaKurd - Li Iraqê di 3 rojên dawiyê de 29 xwepêşander û 2 karmendên hêzên ewlekariyê hatine kuştin û zêdetirî heza kesî jî birîndar bûn.
Li parêzgehên Iraqê xwepêşandan û alozî berdewam in û Komîsyona Mafê Mirovan a Iraqê jî amarên alozî û tundûtûjiyên sê rojên dawiyê li parêzgehên Iraqê belav kirin.
Li gor daxuyaniya Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê, li parêzgeha Zîqar, li Bexdayê, Necef û Musenayê 2 jê hêzên ewlekariyê bi giştî 31 kes hatin kuştin û 1054 kes jî birîndar bûn.
Ew komîsyon daxwazê ji hêzên ewlekariyê jî dike ku xwe dûr bigirin ji bikaranîna tundtûjiyê li hemberî xwepêşanderan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin