PeyamaKurd – Tîma Beşîktaş ji bo rahêneriyê bi Sergen Yalçin re li hev kir.
Tîma bajarê Stenbolê yê Tirkiyê Beşîktaş, ji bo raheneriyê bi futbolîstê berê û rahêner Sergen Yalçin re ku berê di Beşîktaş de dileyîat, li hev kir.
Beşîktaş li şûna rahênerê xwe yê berê Abdullah Avci, bi Sergen Yalçin ê 47 salî re li hev kir û Yalçin bû rahênerê nû yê Beşiktaş.
Tê çaverêkirin ku Sergen Yalçin îro bi tîmê re derkeve îdmanê û bifermî dest bi kare rahêneriyê bike.
Û herwiha biryar e ku tîma Beşîktaş derbarê destbikarkirina Sergen Yalçin wekî rahêner daxuyaniyekê bi çapemeniyê û raya giştî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin