PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên artêşa Rûsyayê li bajarê Helebê dewriye gerandine û balafirên rûsî jî piştgirî danê wê dewriyeyê.
Serokê Navenda Lihevanîna Aliyan a Rûsî li Sûriyê Oleg Juravlyov, ragihand ku "hêzên artêşa Rûsyayê, li bajarê Helebê, li sînorê herêma di bin kontrola Tirkiyê de, bi awayekî serkeftî dewriye gerandine."
Serokê Navenda rûsî Juravlyov, herwiha da zanîn ku hêzên esmanî yên Rûsyayê jî piştgirî dane wê dewriyeyê.
Hêjayî gotinê ye ku hêzên esmanî yên Rûsyayê ji Balafirxaneya Qamişloyê rabûn û dewriye gerandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin