Mesrûr Barzanî û Berpirsê Amerîkî civiyan: Kurdistan hevpareke stratejîk e

Mesrûr Barzanî û Berpirsê Amerîkî civiyan: Kurdistan hevpareke stratejîk e

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 9ê Gulanê pêşwazî li Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka bo Karûbarên Ewlekariya Sivîl, Demokrasî û Mafên Mirovan Ezra Ziya kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, di hevdîtina ku Balyoza Amerîkayê ya Iraqê Alina Romanawski jî tê de amade bû, pêşxistina pêwendiyên dualî, parastina mafên mirovan û pêkhateyan, pêşxistina çanda pêkvejiyana aştiyane, azadiya olî û asayîkirina rewşa Şingalê hatin gotûbêjkirin.

Berdevkê Wezîrê Derve ya Amerîkayê kêfxweşiya xwe ya ji bo serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û got, Herêma Kurdistanê, hevpeyman û hevpareke stratejîk a 360 pileyan a Amerîkayê li Iraq û herêmê ye.

Hate diyarkirin, her du alî hevnêrîn bûn li ser berdewaniya hevahengî û karkirina ji bo pêşxistina nirxên hevpar ên demokrasiyê, parastina mafên mirovan, azadiya ramanê, azadiya çapemeniyê û azadiya civaka sivîl.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevanî û alîkariyên berdewam yên Amerîka kir û pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çespandin û bihêzkirina binemayên demokratîk, parastina azadî û mafên mirovan bi giştî kir.

Her du alî hemfikir bûn ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di zûtirîn demê de bên lidarxistin, mafên pêkhateyên Kurdistanê bên parastin û hemû pirsgirêk û astengiyên li pêşiya proseya hilbijartinan bên çareserkirin.

Di civînê rêkeftina Şingalê, derketina mîlîsan û grûpên neyasayî ji bo rêxweşkirina li ber asayîkirina rewşa herêmê, avakirina Şingalê û vegerandina xwebexş a koçberan bo cihên xwe jî hate gotûbêj kirin.