Mesrûr Barzanî: Divê rê li ber êrîşan bê girtin

Mesrûr Barzanî: Divê rê li ber êrîşan bê girtin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 2yê Gulanê pêşwazî li Wezîrê Elektrîkê yê Federal Ziyad Elî Fazil kir.

Piştî civînê hate ragihandin ku di hevdîtinê de behsa kar, proje û çaksaziyên di sektora elektirîkê de û pêwîstiya berdewamiya hevahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de ji bo baştirkirina rewşa elektirîkê, hatiye kirin.

Mesrûr Barzanî bal kişand ser êrîşa terorî ya li ser kêlgeha gazê ya Kormorê û got, êrîşa li ser jêrxaneya aborî ya Herêma Kurdistanê, ziyanê digihîne hemû welatiyên Iraqê û divê dawî li wan êrîşan bê û rê li ber wan bê girtin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo her hevkarî û hevahengiya pêwîst li gel hikûmeta federal ji bo pêşxistina jêrxana enerjiyê nîşan da, ku pêwîst e encamdana her kar û projeyek jî, tenê bi rêya dezgehên fermî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk be.

Wezîrê Elektrîkê yê Iraqê hevahengî û pêwendiyên baş ên di navbera her du wezaretên federal û Herêmî de ji bo pêşkêşkirina baştirîn xizmetguzariyan ji welatiyan re bilind nirxand û got, ev yek armanca hevbeş a her du aliyan e.