Mesrûr Barzanî serdana Sûka Qeyserî kir û hin ferman dan

Mesrûr Barzanî serdana Sûka Qeyserî kir û hin ferman dan

PeyamaKurd – Hata ragihandin ku îro Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Sûka Qeyseriya Hewlêrê kir û ji nêz ve rewşa lipeyçûna şewatê ya şevê din şopand û çend ferman ji bo aliyên pêwendîdar derxistin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 6ê Gulanê piştî nîvro serdana Sûka Qeyseriya Hewlêrê kir û ji nêz ve bi kedkarên wê sûkê û Tîmên Bergiriya Şaristanî re axivî û hevxemiya xwe ji bo zirardîtiyên rûdana şewatê anî ziman.

Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî ragihand, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaz kiriye ku bi zûtirîn dem vekolanîke hûr ji bo zanîna sedema wê rûdanê bê kirin. Herwiha ferman daye ku dest bi paqijkirin û nûjenkirina wê para Sûka Qeyseriya Hewlêrê bê kirin a ku şewitiye”.

Parêzgerê Hewlêrê got, “Li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, lijneyek xeminandinê ji bo zirarên şewata Sûka Qeyseriya Hewlêrê kar dike û her çi ji destê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de be ji bo alîkarîkirina kedkarên zirardîtî dê bike”.