PeyamaKurd - Bi beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro (30ê Îlonê) di merasîmekê de kevirê bingehîn ê sê projeyên girîng ên kompaniyaya navdar a Cîhanî Toyota li bajarê Hewlêrê hate danîn.
Di merasîmê de ku Konsulê Giştî yê Japonyayê, Parêzgarê Hewlêrê û Serokê Kompaniyaya Toyota-Iraqê hamade bûn, projeyên wekî Navenda Parçeyên Yedek, Berfirehkirina Navenda Kontrolkirina Berî Radestkirinê (PDI) û "Hewlêr Motor City" hatin destpêkirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyeke mezin dide xurtkirina têkiliyên aborî û kişandina veberhênerên biyanî.
Di vê çarçoveyê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî teqez kir ku armanca wan ew e ku bi anîna kompaniyên mezin ên cîhanî bo herêmê, derfetên nû yên kar ji bo ciwanan werin afirandin û ciwan ji teknolojî û ezmûnên pêşketî sûd werbigirin.