PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (06.03.2025) pêşwaziya Balyozê Awistriyayê yê li Iraqê Andrea Nasi kir.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de, tekezî li ser bipêşxistina peywendiyên dualî yên di warên cuda de hat kirin.
Her weha di hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya Iraqê, bi taybetî amadekariyên hilbijartinên bê hatin gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniyê, Balyozê Awistriyayê spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir, ji bo hevkarî û hemahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel balyozxaneya welatê wî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin