Mesrûr Barzanî serdana mala dayika “sêrejin” a her sê sehîdan kir

Mesrûr Barzanî serdana mala dayika “sêrejin” a her sê sehîdan kir

PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana mala dayika “şêrejin” a her sê şehîdên ku do di encama êrîşa terorîstên DAIŞê de şehîd ketin kir û ji nêzîk ve sersaxî li wê û malbata wê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di serdan xwe de serexweşî li şêrejinê kir û got: ‘‘Em kurê we ne û çi ji destê me bê em ê xizmeta te bikin.”

Di hemberê de şêrejinê got: ‘‘Ez bi kurên xwe serbilind im, heta şehîd bûn berevanî kirin. Ez bi wan gelekî serbilind im. Niha sê kurên min mane, ez amade me ku ew her sê kur şehîd bibin. Ez gelekî şanazîyê bi wan dikim û dibêjim: Ey Xwedê bila giyanê kurên min yên qehreman şad be.”

Birayê her sê şehîdan şeva borî daxwaz kiribû ku Serokwezîr serdana wan bike, îro jî Serokwezîr serdana wan kir. Wî bi girî got: “Her sê birayên min li tenişt min şehîd bûn, lê heta guleya dawî min şer kir. Em hemû bi qurbanîdanê serbilind in. Heşt birayên me mane, em amade ne xwîna xwe ji bo xatirê ax û ala Kurdistanê birjînin. Pêşewa Qazî Mihemed li ser ala Kurdistanê şehîd bû û em li ser rûmet, xak û welatê xwe şehîd bûne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin