PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Nûnerê Daîmî yê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz li ser destûrdayîna hinardekirina petrolê bo Tirkiyeyê bi rêya boriya Kurdistanê axivîn.
Li gorî daxuyaniyek ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja Yekşemê 22ê Adara 2026an bi rêya telefonê axivî.
Di axaftinê de pêşketinên dawî yên li Herêma Kurdistanê, Iraq û Rojhilata Navîn, herwiha bandora krîza aborî li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê û îhtîmala destûrdayîna hinardekirina petrolê bo Tirkiyeyê bi rêya boriya Kurdistanê ji bo sivikkirina barê darayî hatin nîqaşkirin.
Her du aliyan girîngiya xurtkirina têkiliyên Amerîka-Kurdistanê tekez kirin.