PeyamaKurd - Şêwirmendê Polîtîqayên Derve yê Kremlînê Yûrî Ûşakov anî ziman ku Îsraîl bi bi tunekirina Hamasê nikare ewlehiya xwe saz bike.
Şêwirmendê Polîtîqayên Derve yê Kremlînê Yûrî Ûşakov, li ser rewşa li Xezzeyê daxuyaniyekî belav kir.
Ûşakov, da zanîn ku li Kertê Xezzeyê buyerên "trajîk" rûdidin û wiha got: "Hamas bê tunekirin û Kerta Xezzeyê di xwînê de bixeniqe jî ewlehiya Îsraîlê saz nabe. Dibe ku piştî demekî dîsa hêstên nefretê û buyerên terorî rûbidin û divê ev xal neyê piştguhkirin."
Şêwirmendê Kremlînê balê kişand ku eger heye ku bandorên pirsgirêkên li Xezzeyê berbelav bibe jî heye û li ser polîtîqayên Amerîkayê yên derbarê Xezzeyê de wiha got:
"Herêm ji ber polîtîqayên wêrankar ên Amerîkayê û daxwaza Amerîkayê ya ku dixwaze bi tena serê pirsgirêka Filistînê çareser bike pêt (mezin) bûye. Di pirsgirêka Îsraîl-Filistînê de senaryoya xwînrêjî tiştekî diyar û pêşbînîkirî bû. Bizavên Amerikayê ku piştgiriya aliyekî kir û sîyseta ku bi tenê meseleyê çareser bike bûye sedema tundbûyîna krîzê. Van buyerên tarjîk û dilnîgar yên mirovî, dibe sedem ku ehlaqê otorîter ê Amerîka û Rojavayî têk biçe."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin