Meteorolojiyê ji bo 5 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyarî da

Meteorolojiyê ji bo 5 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyarî da

PeyamaKurd - Rêvebiriya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê (Meteoroloji) ji bo 5 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyarî da ku wê baraneke xurt bibare û ji bo her rûdaneke lehîyan bi tedbîr bin.

Meteorolojiyê ragihand ku wê pêleke barana gur û brûskan li bajarên Erdexan, Qers, Erzirom, Erzingan û Sêwazê pêk were.

Rayedaran bang li welatiyan kir ku li hemberî lehiyan, rabûna avê, brûsk, hezaz, zîpik bagerê hişyar bin.

Her wiha hat xwestin ku li hemberî her cure astengiyên çûnûhatinê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Li gorî Meteorolojiyê îro Yekşemê baran ji bilî Bakurê Kurdistanê, ber bi herêmên bakur, naverast û rojhilatê Tirkiyeyê ve jî belav dibe û17ê Tebaxê jî li Herêma Deryaya Reş û bakurê Anatolyaya Navîn jî dibare.