PeyamaKurd- Heyeta herêma Kurdistanê ya di bin serokatiya Qubad Talabanî de ku çûbû Bexdayê û li Bexda bi gelek kes û grûban re, li ser pirsgirêkên navbera Kurdistan û Iraqê axifîn û hevdîtinan kirin. Piştî hevdîtinên lipey hev vê êvarê heyeta Kurdistanê dageriya herêma Kurdistanê payîtext Hewlêrê. Malpera hukumeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyekî belav kir û got dê hefteya pêşiya me wê car din hevdîtinên ku nîvco mane dê dewam bikin.
Babeta civînên bê dê li ser çareseriya petrolê û budçe yê bin. Hukumeta herêma Kurdistanê tekezî kiriye ku bi hukumeta federal re gihane rêkeftinekî li ser mijara budçe ya sala 2019an ku li gor xala 12 an ya destûra Iraqê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin