PeyamaKurd – Balafirên şer ên Tirkiyê îro berî nîvro bi hinceta hebûna bingehên leşkerî yên PKKê, gundê Dugirê yê bajarokê Sinûnê yê ser bi Şingalê ve bombebaran kirin.
Hat zanîn ku bombebaran li demjimêr 10:45an hatiye kirin û di encamê de hejmarek kes birîndar bûne ku bo nexweşxaneya Sinûnê hatine veguheztin û rewşa wan jî giran e.
Li gorî medya Iraqî şandeke artêşa Iraqê çûye cihê bûyerê û lêkolîn kiriye, lê derbarê ziyanên êrîşê de ti agahiyên berfireh nehatine belavkirin ku cihê hatiye bombebarankirin binkeya PKKê ye yan na.
Li gorî şahidekî ji K24ê re gotiye, wî bi çavên xwe termê 8 kesan û hejmarek birîndar dîtine, lê ev agahî nehatiye piştrastkirin.
Herwiha Fermandarê Hêza Parastina Êzdîxanê li Şingalê Heyder Şeşo, ji vê êrîşa Tirkiyê hikûmeta Iraqê berpirsayar dîtiye ku heta niha ti çareseriyek ji rewşa Şingalê re nedîtiye.
Şeşo dibêje, hebûna baregehên PKKê dibe sedema bombebarana Tirkiyê û bi vî awayî PKK bihaneyan dide Tirkiyê ku êrîşî ser Şingalê bike û wek Serê Kaniyê û Girê Sipî Tirkiye wê derê jî dagir bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin