Nêçîrvan Barzanî wê li Tehranê êrîşên ser Hewlêrê gotûbêj bike

Nêçîrvan Barzanî wê li Tehranê êrîşên ser Hewlêrê gotûbêj bike

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku îro 5ê Gulanê serdana paytexta Îranê Tehranê dike, wê pêwendiyên dualî û herwiha êrîşên milîsan ên ser Hewlêrê jî gotûbêj bike.

Li gorî zanyariyan, Nêçîrvan Barzanî çend mijaran bi berpirsên herî bilind ên Îranê re gotûbêj dike ku ji wan dûrxistina Herêma Kurdistanê ji milmilaneya herêmî ku Îran yek ji aliyê sereke ye. Barzanî dixwaze bi Tehranê bide fêmkirin ku ew ne dijminê wan in û daxwazê bike ku êrîşên bi hincetên cuda yên ser Hewlêrê bên rawestandin.

Serdana herî dawî ya Nêçîrvan Barzanî ya Tehranê, 2 sal û 9 meh berî niha bû û ji wê serdanê heta niha Hewlêr rastî gelek êrîşên ji aliyê Îranê ve têne kirine hatiye.

Êrîşa yekem di 13ê Adara 2022yan de bi ser mala bazirgan û xwediyê Kar Groupê Şêx Baz Berzencî bû. Ya dawî jî di 15ê Kanûnê de bû ku mala Xwediyê Falcon Groupê Pêşrew Dizeyî hatibû armanckirin û tevî wî 4 kesên din hatin şehîdkirin.

Dîsa piştî destpêkirina şerê Xezeyê ji 17ê Sibata 2023yan ve, komên çekdar ên
Iraqî yên alîgirên Îranê herî kêm 18 caran bi dron û moşekan êrîşî hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî yên li parêzgeha Hewlêrê kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beriya niha gotibû: “Komara Îslamî ya Îranê wekî welatekî cîran, ji bo me girîngiyeke wê ya zêde heye. Em hêvîdar in pêwendiyên me ber bi pêşveçûnê ve berdewam bin. Berê me berdewam gotiye û niha jî em helwesta xwe dûbare dikin, Herêma Kurdistanê ji welatên cîran re ne gef e, bi taybetî ji bo Komara Îslamî ya Îranê.”