Heyeta Amerîka: Wê agirbes bê ragihandin

Heyeta Amerîka: Wê agirbes bê ragihandin

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu piştî civîna bi heyeta Amerîka re ku 2 siet û 40 deqe ajot, ragihand ku wê agirbes bêkirin lê operasyon nayê rawestadin. Li aliyê dinê serokê heyeta Amerîkayê Mike Pence li balyozxaneya Ankara ya Amerîkayê weha ragihand:

“Amerîka û Tirkiye bo agirbesa li Sûriyê lihev kirin. Wê YPG di nav 120 sietan de vekişe. Hefteyekî berê hêzên Tirkiyê ket axa Sûriyê. Ez bi serbilindî bêjim ku bi xêra xurtiya serpereştiya Trump, bi sedema ku bi Erdoğan û Tirkiyê re têkiliyên wî yên xurt hene, li ser Sûriyê, bo agirbesê lihev kirine. Tirkiye wê navber bide operasyona ‘Kaniya Aştiyê’. Wê 120 siet navber bidin operasyonê û Amerîka wê di nav 120 sietan de, YPG ji herêma bi ewle vekişe. Piştî wê dê operasyon biqede.”

Pence di dewama axaftina xwe de got ku wê Tirkiye bo ser Kobaniyê operasyon neke û bo qedandina İŞİDê li Rojava bûne hemfikir. Bo bicîhkirina koçberan di ‘herêma bi ewle’ de bûne hemfikir. Bo mijara kêmnetewe û olî de, dê li ser wan bê axaftin.

Pence got ku piştî van tiştan, wê Amerîka îlawe dorpêçan daneyne ser Tirkiyê. Piştî agirbesa daîmî hat kirin, wê Trump dorpêçên kul i ser Tirkiyê hene, ji ser Tirkiyê rake. Pence bo Erdoğan sipasiya xwe kir ku agirbeseka weha aştiyane daniye. Bo rizgarkirina jiyana mirovan, bo ew gihane fikreka hevpar, dipasiya Erdoğan dike.

Pence got ku HSD bo 20 mîl ber bi başûr de here, dest bi xebatê kiriye. Wê aştî û aramî were herêmê. HSD garantî daye wan ku dê ji herêmê vekişe.

Di hevdîtinê de li aliyê Amerîkayê cîgirê Trump Mike Pence, wezîrê karen derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, şêwirmendê netewî yê Amerîkayê Robert Charles O'Brien, temsîlkarê Amerîkayê yê ji Sûriyê berpirs James Jeffrey û balyozê Amerîka yê Ankara David M. Satterfield hebûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin