PeyamaKurd – Biryar ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mersûr Barzanî hat dayîn, da ku mûçeyê girtiyên siyasî yên ku 10 sal bû hatibû qutkirin, dîsa bên dayîn.
Li gor Wekîlê Wezareta Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan Berevan Hemdî da zanîn, bi fermana Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî, mûçeyê girtiyên siyasî, dîsa were dayîn.
Herwiha Berevan Hemdî diyar kir, 10 sal bû mûçeyê wan girtiyên siyasî hatibû qutkirin lê Serokwezîr rewşa wan li ber çav girt û biryareka wisa da.
Li Herêma Kurdistanê, ji kesên ku di dema Sedam Husên de hatibûn girtin re “girtiyên siyasî” tê gotin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin