PeyamaKurd - Li welatê Malî herêma Moptiyê kesên cilûbergên nêçîrvanan li xwe kiribûn êrîşê gundekî kirin û 37 ke kuştin.
Li gor zanyariyan êrîşkarên bi diruvên nêçîrvanên Dozosê li gundê Koulogon ê herêma Moptiyê, ji êla Fulaniyê 37 kes kuştin.
Hat ragihandin ku êrîşkaran bi motorsikletan êrîş kiriye û zarok û jin jî bi guleyên rasthatî hatine kuştin.
Êla Fulanî ku şivantiyê dike, gelek caran rastî êrîşên terorê tê û 22-31ê Kanûnê jî muxtarê gund ji bo parastinê leşker xwestibûn gund.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin