NATOyê li Meletiyê sîstema Patriotê bi cih kir: Li dijî mûşekên Îranê parastina hewayî hat xurtkirin

NATOyê li Meletiyê sîstema Patriotê bi cih kir: Li dijî mûşekên Îranê parastina hewayî hat xurtkirin

PeyamaKurd - Di bin gefên mûşekî yên Îranê de, NATOyê ji bo xurtkirina parastina qada hewayî ya Tirkiyeyê sîstema parastina hewayî ya Patrio li bajarê Meletiyê yê Bakurê Kurdistanê bi cih kir û aktîf kir.

Wezareta Parastina Tirk (MSB) ragihand ku ev sîstema parastinê li herêma Baregeha Radarê ya bajarokê Kurecikê yê navçeya Arxa (Akçadag) a bajarê Meletiyê yê Bakurê Kurdistanê hatiye bicihkirin.

Baregeha Kurecîkê ya ku ji bo NATOyê daneyên krîtîk peyda dike, hefteya borî di tespîtkirina du mûşekên balîstîk ên Îranê de ku ber bi Tirkiyeyê ve diçûn, roleke stratejîk lîstibû.

NATOyê piştrast kir ku roja Duşemê (9ê Adarê), mûşekeke din a balîstîk ku ji Îranê ber bi axa Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ve hatibû avêtin, ji aliyê pergalên parastina hewayî yên hevpeymaniyê ve hatiye xistin.

Berdevka NATOyê Allison Hartê li ser medyaya civakî diyar kir ku hevpeymanî amade ye hemû hevalbendên xwe li dijî her gefekê biparêze.

Tevî ku Îran îdia dike ku ew bi taybetî Tirkiyeyê hedef nagire û naxwaze bi welatên herêmê re bikeve şer, Enqereyê Tehran ji avêtina mûşekên nû bi tundî hişyar kir.

Wezareta Parastina Tirk tekez kir ku ji bilî tedbîrên parastinê yên neteweyî, di çarçoveya NATOyê de jî sîstema parastina li dijî mûşekan hatiye zêdekirin.

Ev gava NATOyê wekî bersiveke rasterast li dijî rageşiya leşkerî ya li herêmê û mûşekên ku dikevin qada hewayî ya Tirkiyeyê tê nirxandin.