Naveroka rêkeftina Rêveberiya Rojava û ENKSê eskere bû

Naveroka rêkeftina Rêveberiya Rojava û ENKSê eskere bû

PeyamaKurd - Piştî daxuyaniyên Fermandarê Giştî yê HSDê û hewlên navbeynkariyê di navbera TEVDEM û ENKSê de, Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî ragihand ku ti astengiyên qanûnî li pêşiya ENKSê nîne ku buroyên xwe vekin û bêyî şertên pêşîn karê xwe dewam bike.

Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê li ser naveroka wê lihevkirina bi ENKSê re ragihand: "Li ser banga Hêzên Sûriye Demokratîk a bi armanca yekîtiya xîtaba siyasî ya kurdî em radigihînin ku ti astengiyên qanûnî li pêşiya ENKSê tinene ku buroyên xwe vekin û bêyî şertên pêşîn karê xwe dewam bike."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, armanc ji vê gavê ew e ku hemû astengiyên li pêşiya proseya jinûve avakirina baweriyê di navbera hemû saziyên siyasî û rêveberî de ji holê rabin.

Her wiha desteyê ragihand ku dozên li pêşberiya dozgeriyê yên li dijî kesayset û serkirdeyên ENKSê yên li derveyî welat bêyî cûdabûn betal dikin.

Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser bang li endamên ENKSê jî kir ku ti kelem li pêşiya wan nîne ku vegerin Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çalakiyên xwe bi serbestî dewam bikin.

Hat gotin, derbarê dosyaya girtî û windahiyan de, 15ê Kanûnê lîsteyek ji 10 navan ji Desteya Serokatî ya ENKSê hatiye wergirtin û radestî HSDê hatiye kirin.

Herwiha hat ragihandin, ji bo şopandina rastiyan û lêpirsîna di dosyayê de komîteyek hatiye avakirin.

Desteyê da zanîn ku ew dê di demekê nêzîk de bi ENKS û fermandarên HSDê re encamên xebatên vê komîteyê ragihînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin