PeyamaKurd – Biriyar e Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, beşdarî foruma abûriyê ya Davosê bike.
Serokê DAVOSê, Borge Brende ragihand, tîmeka bihêz ji Rojhelata Navîn beşdarî dibin, di nav wan de jî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî heye û behsa rêkarên hêwikirina girjîyên Rojhelata Navîn dikin.
Herweha Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokwezîra Almanyayê Angel Merkel, û hejmareka din ji serok û serok wezîrên welatan jî beşdar dibin.
Foruma aboriya Davosê di navbera 21-24 Çileyê de bi beşdariya 3 hezar serkirde, berpirs û bazirganan ji 118 welatên cîhanê beşdar dibin û li Siwîsreyê birêve diçe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin