PeyamaKurd- Serokê Kompaniya Lêkolînê ya Optîmarê Hilmî Daşdemîr îdia kir ku di hilbijartinên ku dê di 14ê Gulanê de li bajarên bakur û Tirkiyeyê bên kirin de dibe ku YSP bikeve bin benda hilbijartinê.
Hilmî Daşdemîr ê ku nêzîkî desthilatiya Tirkiyeyê jî tê naskirin, destnîşan kir ku dibe ku Partiya Çep a Keskan, benda ji % 7 derbas neke.
Daşdemîr da zanîn ku HDPê di sindoqên ku ji bo bajêr çêkirine de derdora ji % 9ê dengan girtiye û da zanîn ku ev lîstik dê wekî blokê derbasî çepa Keskan nebe.
Îdîaya Serokê Giştî yê Optîmarê Hilmî Daşdemîr wiha ye:
“Tîma Lêkolînê ya Optîmarê di rapirsiya rû bi rû û bi telefonê ya ku di navbera 1-7ê Nîsanê de li 77 parêzgehên ku nûnertiya tevahiya Tirkiyeyê dike de pirsî bê ka piştî ku HDP hat girtin hilbijêrên wan dê serî li kîjan partiyê bidin.
Li gorî beşdarên rapirsiyê, rêjeya kesên ku dibêjin dê dengê xwe bidin HDPê, ji % 9,2 ye. Piştî ku HDP hat girtin, ji % 52,3yê dengdêrên HDPê çûn Partiya Çep a Kesk, ji % 27,6 çûn CHPê, ji %3,8ê Partiya Karkerên Tirkiyê û ji % 2,2 jî çûne Partiya DEVAyê.
Ji hezaran 8 kes dê dengên xwe bidin Partiya Memleket, ji hezaran 8 dê dengên xwe bidin Ak Partiyê, ji hezaran 5 dê dengên xwe bidin ÎYÎ Partiyê, ji hezaran 4 dê dengên xwe bidin Partiya Guherîna Tirkiyeyê û ji hezaran 3 jî dê dengên xwe bidin Partiya Saadetê.
Wekî ku ji rêjeyên li jor jî tê dîtin, HDP tenê dikare ji % 52,3 an jî ji % 4,8 veguhezîne YSPê.
Li aliyê din ji % 27,6 ji HDPê derbasî CHPê dibe, ev jî ji % 2,5 ê dengan e. Yên ku dibêjin em ê serî li partiyên wekî DEVA, SP û TDPê bidin ku CHPê bi HDPê ve girêdayiye yan jî xwe dispêre HDPê, ji % 2,9 e.
Ji ber vê yekê ev yek ji hezarî 3 ye. Li gel van rêjeya dengên HDPê yên CHPê, digihîje ji % 2,8an. Wekî ku tê fêmkirin, ji her çar kesan yek ji HDPê berê xwe daye CHPê. Jixwe beriya vê pêvajoyê ji HDPê derbasî CHPê bû. Rêjeya wê ji %1 e.
Ji vî aliyî ve em dikarin bibêjin ku YSP bi îhtîmala ku benda hilbijartinê ya ji %7 derbas neke re rû bi rû ye.
Em nizanin bê ka HDP mehek beriya hilbijartinê dê tabana xwe bispêre YSPê. Wisa xuya dike ku ji bo fêmkirina wê, hinekî dem hewce ye."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin