PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û Wezîra Karên Derve yê Brîtanyayê Liz Truss, di çarçoveya şerê Rûsya û Ukrayna de, preskonferansek li dar xistin.
Blinken da zanîn, Serokê Rûsya Vladimir Putin hemî pêşniyazên Amerîka yên rê li ber aloziyê digrin, red kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê eşkere kir, çi çaxa derfetên çareseriyê çêbûne, Putin bi ya xwe kiriye û di “rêka xerab” de çûye.
Blinken destnîşan kir, ger Rûsya bixwaze li Ukrayna rejîma xwe çêke, ew ê alozî gurtir bibe û pirtir xwîn birije.
Di berdewamiyê de Blinken diyar kir, Rûsya nahêle ku sîvîlên li Ukrayna bi awayekî ewle derkevin.
Herwiha pêşniyaza Moskowê ya ser korîdorên li Rûsya û Belarûsê vedibûn jî rexne kir.
Di serê hefteyê de, Rûsyayê gotibû, sîvîlên dixwazin ji Ukrayna derkevin, dikarin derbasî Belarûs û Rûsya bibin.
Wezîra Karên Derve ya Brîtanya Liz Truss jî da zanîn, ew dixwazin Rûsya ji sîstema SWIFTê bi temamî derxin.
Truss eşkere kir, heta Putin li Ukrayna têk diçe û heta ew welat serxwebûna xwe ji nû ve ava dike, ew ê xebatên xwe bidomînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin