PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî qanûna guhertinan ya encumena parêzgehên Kurdistanê pesend kir.
Serokê firaksiyona PDKê li encumena parêzgeha Hewlêrê, Kenan Xeylanî ji BasNewsê re got, bi qasî ku haya min jê heye Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di nav du rojên borî de qanûna hemwarkirî ya encumena parêzgehan îmze kiriye.
Kenan Xeylanî her wiha got, piştî wê dê di rojnameya fermî de were belavkirin û ji encumenên parêzgehên Kurdistanê re bê şandin.
Parlementoya Kurdistanê destpêka vê mehê qanûna encumenên parêzgehan guhertin kiribû û biryar hatibû dayîn encumenên parêzgehan, hetanî ku hilbijartinên encumenan bên kirin, li ser karê xwe berdewam dibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin