Bo saredarê Sûrê 22 sal ceza tê xwestin

Bo saredarê Sûrê 22 sal ceza tê xwestin

PeyamaKurd- Hevserokê şaredariya Sûrê ya Diyarbekirê Cemal Özdemir di 21.12.2019an de ji aliyê wezareta karên hundir de ji wezîfê dest kişandibûn û di şûna wî de qeyyûm tayîn kiribûn. Paşî di derbarê wî de doz hatibû vekirin. Di celseya ewilî de cezayê ku jê re hat xwestin aşkera bû. 22 sal ceza. Sedema cezayê jî “endamtiya rêxistinê” û “propogande ya rêxistinê” hat nîşandan.

Piştî ku qeyyûm di şûna Cemal Özdemir de hat tayînkirin, wî girtin û niha li zîndana Erzeromê de ye. Doza Özdemir li dadgeha cezayê giran ya 8 emîn ya Diyarbekirê de tê dewamkirin. Di celseya ewilî de, bi rêya SEGBİS ê ji Erzeromê îfadeyê Özdemir hat girtin û dozger beyana xwe ya bo 22 sal cezayê zîndanê bo wî aşkera kir. Celseya bê ma 16 ê nîsanê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin