Nêçîrvan Barzanî, sersala Sabii Mendaiyan pîroz kir

Nêçîrvan Barzanî, sersala Sabii Mendaiyan pîroz kir

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji ber rastlêhatina sala nû ya Sabii Mendai, peyameke pîrozbahiyê parve kir.

Nêçîrvan Barzanî, bi helkefta hatina sersala nû ya Sabii Mendai, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got, “Bi helkefta hatina sersala Mendayî, ez sersalê li hemû xwişk û birayên xwe yên Sabii Mendayî pîroz dikim.”

Nêçîrvan Barzanî, ji bo Cejina Sabii Mendayiyan hêvî kir ku ev cejin bibe sedema geşepêdana pêkvejiyana hemû pêkhateyan.

Li gorî daneyên komîsyona berpirsê kar û barên Sabii Mendai ya li Iraqê, di sala 2003yan de hejmara Sabii Mendayiyan 100 hezar bû, ji ber şerên olî û mezhebî û êrîşên komên çekdar; hejmara Sabî Mendayiyan daket bin 15 hezaran.

Sabii Mendaiyên ku li bajarên naverast û rojhilatê Iraqê dijîn, bi piranî bi pîşeya zêrfiroşiyê re mijûl dibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin