PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 1ê Mijdarê li paytext Hewlêrê bi Balyoza nû ya Kanadayê li Iraqê Kathy Bunka re civiya.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di hevdîtinê de, ji bilî pîrozbahîya destbikarbûna Balyoza Kanadayê, hêviya serkeftinê jê re xwest û piştevaniya xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên navbera Kanada û Herêma Kurdistanê nîşan da.
Balyoza Kanadayê daxwaza welatê xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê veberhênan, bazirganî û pevguhertina kulturî de anî ziman.
Di beşeke din a civînê de, li ser mijarên girîngiya dabînkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, girîngiya bihêzkirina sîstema federaliya Iraqê, rûbirûbûna bandorên nerênî yên guherîna keşûhewayê û sûdwergirtina ji ezmûna Kanadayê di vî warî de hate axaftin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin