Berpirsê YNKê: 170 girtiyên DAISê bi fermana hevserokên YNKê hatine berdan

Berpirsê YNKê: 170 girtiyên DAISê bi fermana hevserokên YNKê hatine berdan

PeyamaKurd - Berpirsê melbenda YNKê li Kerkûkê Hemesûr Dûşîwanî got, wan bi fermana hevserokên YNKê girtiyên DAIŞê berdane.

Di heyama çend rojên borî de YNK û çend eşîrên ereb yên alîgirên DAIŞê li ser berdana zêdetirî 170 girtiyên DAIŞê li hev kiribûn. Ew girtî îro hatin berdan û ji Silêmaniyê derbasî Kerkûkê bûn.

Berpirsê melbenda YNKê li Kerkûkê, Hemesûr Dûşîwanî ji beşa kurdî ya Dengê Amerîka re gotiye, ew girtî bi fermana hevserokên YNKê Lahor û Bafil Talebanî hatine berdan.

Dûşîwanî dibêje, di nav wan girtiyan de kesên terorîst jî hene lê ewê teslîmî hikûmeta Iraqê bên kirin da ku bên dadgehkirin.

Berpirsê YNKê daye xuyakirin ku berdana wan girtiyan, siyasî ye ne hiqûqî û çimkî li hember berdana wan tiştek nehatiye wergirtin, tenê bo wê bûye “rûpelek nû” bi pêkhateyên Kerkûkê re were vekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin