PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî di konferanseke Zanîngeha Kurdistan-Hewlêrê ya derbarê stratejî û seqamgîriya li Iraqê û Herêma Kurdistanê de gotarek pêşkêş kir û ragihand: Em dixebitin ji bo ku seqamgîrî û avedanî li Herêma Kurdistanê pêş bikeve û ji bo vê yekê jî dive sînor bêne kontrolkirin.
Mesrûr Barzanî îro 2yê Cotmeha 2019an di konferansê de gotarek pêşkêş kir û tekezî li wê yekê kir, ku li Iraqê û Herêma Kurdistanê, seqamgîrî heta radeyeke zêde girêdayî hev e û ragihand: “Seqamgîrî li ti welatekî çênabe eger ew welat di aliyê siyasî, aborî, civakî û ayînî ve seqamgîr nebe. Derketina tundûtîjiyê li her welatekî encam e ne sedem, ew jî bi ji ber her dema ku seqamgîriya siyasî nebû û herrifîna aborî hebû, rêzgirtina li ol û ayîn û netewên cuda nema, wate dê tundûtîjî serî rake.”
'HER WELATEK BIXWAZE EWLE Û SEQAMGÎR BE, DIVE TEBAYÎ Û YEKRÊZIYA XELKÊ KU LI WÎ WELATÎ DIJÎN, BÊ LIBERÇAVGIRTIN'
Di beşeke din a axaftina xwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê çawaniya pêkanîna wê seqamgîriyê de jî da xuyakirin: “Her welatek bixwaze ewle û seqamgîr be, dive tebayî û yekrêziya xelkê ku li wî welatî dijîn, bê liberçavgirtin, herwiha rêzgirtina li olan weke prensîpeke serekî li wî welatî derkeve pêş. Geşedana aborî li welat hebe, ji bo ku xelkê wî welatî bikarin bi awayekî dadperwerane mifayê ji çavkaniyên xwezayî yên welatê xwe werbigirin. Ewana di encamê de seqamgîriyeke siyasî çê dikin û welat geşe dike û pêş dikeve.”
Têkildarî pêwendiyên Herêma Kurdistanê li gel hikûmeta Iraqê û bi taybetî kabîneya Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî jî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir, w hevbeşiyeke avaker û seqamgîr dixwazin û tekez kir: “
Di vê baweriyê de ve, hevtayên me li Bexdayê bi heman rêyî, vê yekê dibînin. Pêşxistina van pêwnediyan bandoreke rasteqîn li jiyana rojane ya xelkê vir û seranserê Iraqê dike. Ji ber giringiya vê proseyê jî, yekemîn pêngava min avakirina grûpeke kar bû, ku mijûlî têkiliyên bi Bexdayê re be. Di maweya sala bihorî de, min pêwendiyeke erênî ya karkirinê li gel serokwezîr Ebdulmehdî û tîma wî çê kiriye, em herdu jî asayişê dixwazin û em herdu jî xweşderbaskirinê dixwazin.”
'TÊKILIYÊN ME LI GEL BEXDAYÊ BER BI PÊŞ VE DIÇIN LÊ JI RÊKEFTINEKÊ RE DEMEKE DIRÊJ DIVÊ'
Di berdewamiya gotara xwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi danûstandinên Hewlêrê yên li gel Bexdayê bo çareserkirina pirsgirêkên navbera herdu aliyan kir û got, heta niha bala wan li ser çar mijaran bû, ku yek ji wan danîna formolekê bo dabeşkirina dahatê bû, ku di bûdceyê de hatiye diyarkirin. Têkildarî vê mijarê, Mesrûr Barzanî da zanîn:
“Rewş ber bi pêş ve diçe, lê belê divê em piştrast bin, ku rêkeftin dê bo demeke dirêj bimîne û dê bibe sedema piştrastbûn û baweriyê di navbera herdu aliyan de. Em di vê baweriyê de ne, ku bersiva me bo vê yekê di rêkeftina destûrê de hatiye, herwiha em bi Bexdayê re di gotûbêjeke avaker de ne, ku çawan em bikarin vê yekê bi awayekî pratîkî pêk bînin.”
Bi gotina Serokwezîrê Herêma Krudistanê, xala duyem a danûstandinên wan li gel Bexdayê, têkilî bi cêgîrkirina dahata federalî û petrol û gazê ve heye, ku di destûrê de amaje bi wê hatiye kirin.
'KERKÛK XALA SEREKÎ YE'
Mesrûr Barzanî behsa çareserkirina pirsa çarenivîsa navçeyên Krudistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, weke xala sêyem a danûstandinên li gel Bexdayê jî kir û got, ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, Kerkûk xala serekî ye.
Serokwezîr Barzanî di vê derbarê de ragihand: “Em ji bo çareserkirina nakokiyên xwe yên navçeyê kar dikin, Kerkûk xala serekî ya baldariya me li gel Bexdayê ye, wek hemû navçeyên din ên cihê nakokiyê, em dixwazin vê kêşeyê li gor nexşerêyekê çareser bikin, ku di madeya 140 a destûra Iraqê de hatiye. Ew rastî ku ew navçe weke navçeyên cihê nakokiyê tê binavkirin, rûnimayiyeke zelal dixe ber çavan ku pêwîst e ev pirs were çareserkirin, çimku ew cihê nakokiyê ne, ew navçe dive bi hevbeş bêne birêvebirin.”
'EM LI GEL NYyê KAR DIKIN'
Mesrûr Barzanî destnîşan kir, ku nabe ti aliyek bi tenê wan navçeyan kontrol bike û got: “Monopolkirina kontrolkirina xakekê ku cihê nakokiyê ye, rewşeke metirsîdar e, lê belê em fêm dikin ku wê yekê pêwîstî bi hin demê heye, daku li ser çareseriyeke temam danûstandin bê kirin, ku niha em li pey vê yekê ne, hevahengiya emnî ya hevbeş damezrînin û herwiha nûneratiyên hikûmetên xwecihî jî bixin kar. Hevdem em li gel Netewên Yekgirtî jî kar dikin, daku em piştrast bin ku piştgiriya wan ji bo wan hewlan heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin