PeyamaKurd - Endemê Desteya Serokatiya ENKSê Silêman Oso bersiva daxuyaniya PYDê ku hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu wekî têkbirina yekrêziyê û piştdana siyaseta dagirkirinê bi nav kiribû. Oso dibêje, “ENKS hêzeke siyasî ye û hevdîtinên dîplomasî bi hemû aliyan re dike. Dema em bi dewleta Tirkiyê re rûdinin, nayê wateya ku em çavên xwe ji binpêkirinên çêdibin re digirin.”
Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Silêman Oso di bernameya “Rojev” a K24ê de bersiva daxuyaniya PYDê jî da û wiha got:
“Daxuyaniya PYDê nameyên xirab tê de hene û rengek ji gefê tê de ye. Ev ji berpirsatiya Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ye ku li rê li ber van daxuyaniyan bigire, ji ber ku yekrêzî bi vî awayî ava nabe.”
Silêman Oso hevdîtinên berê yên PYDê bi Tirkiyê re bibîr xistin û diyar kir: “Dema ew bi Serokê Îstixbarata Sûriyê re civiyan, me ew bi xiyanetê tometbar nekirin.”
Herwiha Silêman Oso diyar kir: “Heger ew bizanin baş siyasetê bixwînin, dê bizanin ku hevdîtina me gaveke dîplomasî bû. Di pêkanîna yekrêziya Kurdî de divê em welatên cîran dilniya bikin ku em ne li dijî wan in, lê em ji bo berjewendî û mafên gelê xwe di pêşeroja Sûriyê de dikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin