Nirxê ceyranê ji sedî 14,9 hat zêdekirin

Nirxê ceyranê ji sedî 14,9 hat zêdekirin

PeyamaKurd - EPDKyê biryar da ku ji îro û pê ve nirxê ceyranê dê ji sedî 14,9 bê zêdekirin.

Saziya Rêkûpêkkirina Pîyaseya Enerjîyê li Tirkiyê (EPDK) biryar da ku ji îro (01.10.2019) pê ve nirxê ceyranê dê ji sedî 14,9 bê zêdekirin.

Eger guherîneka neçaverêkirî çênebe ev nirxê nû dê heta roja dawiyê ya îsal neguhere.

Li Tirkiyê krîzeke aborî heye û girêdayî vê yekê jî, îsal bo sê caran nirxê ceyranê hat zêdekirin. Bi zêdekirinê re heya niha li ser hev heqê ceyranê ji sedî 70 bihatir bû..

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin