Leyen bo Tirkiyê: Dîyalog pir girîng e lê em li benda jestên pêbawer in

Leyen bo Tirkiyê: Dîyalog pir girîng e lê em li benda jestên pêbawer in

PeyamaKurd – Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen, piştî hevdîtinên doh 21ê Çile bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re ku behsa başkirina pêwendiyan ligel YEyê kiribû daxuyanî da.

Leyen li ser hesabê xwe yê twitterê li ser wêneyê xwe yên ligel Nûnerê Pêwendiyên Derve yê YEyê Josep Borell û Çavuşoglu bal kişand ser girîngiya dîyaloga ligel Tirkiyê diyar kir ku diyalog tenê ne bes e pêdivî bi avêtan gavan heye.

Leyen wiha got: “Dîyalog gelekî girîng e. Lê belê di heman demê de, em li benda jestên pratîk yên pêbawer in.”

Hêjayî gotinê ye, doh dema hevdîtina Çavuşoglu ya bi Leyen û Borell re Parlamentoya Ewropayê bi hevdengî banga berdana Selahattîn Demirtaş û siyasetmedarên li Tirkiyê hatine girtin kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin