Kerkûk | Termên du welatiyên ku DAISê revandibûn hatin dîtin

Kerkûk | Termên du welatiyên ku DAISê revandibûn hatin dîtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro termê du welatiyên sivîl ên ku çend roj berê ji aliyê rêxistina terorîst DAIŞê ve li Kerkûkê hatibûn revandin hatine dîtin.

Li gorî zanyariyan hêzên ewlekariyê yên bi ser Heşda Şeibî ve li gundekî bajaroka Riyaz a başûrê Kerkûkê bi ser du termên welatiyên hatine revandin de bûne.

Hat diyarkirin ku di serê herdu kesên hatine kuştin de jî şopên guleyan hebûn.

Liv û tevgera DAIŞê van demên dawî bi taybet li herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê zêde bûye ku xalên kontrolê li hin deverên xalî datînin û welatiyan direvînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin