PeyamaKurd – Hat ragihandin ku serkirdeyekî DAIŞê ku hêzên ewlehiyê ew wekî kesekî metirsîdar bi nav kirine, li taxa Rehîm Ava ya bajarê Kerkûkê hat desteserkirin.
Hat ragihandin ku 16ê Nîsanê di operasyoneke hevbeş a hêzên ser bi Lîwaya 16 a artêşa Iraqê û hêzên ewlehiyê yên bajarê Kerkûkê de ew serkirdeyê DAIŞê hatiye desteserkirin ku di operasyonê de hejmarek kesên gumanbar jî hatine desteserkirin û ew kes serkirdeyê DAIŞê yê nav wan kesan bûye.
Li gor zanyariyan, ew serkirdeyê DAIŞê xelkê parêzgeha Selahedînê ye û ew tevî birayekî xwe, 3 zarok û hevjîna xwe malek li taxa Rehîm Ava ya Kerkûkê kirê kirine ku berê jî li taxa Penca Elî ya Kerkûkê maye.
Cîgirê Rêvebirê Polîsê Kerkûkê, Lîwa Elî Muteşer got: “Hêzên me amade ne bi berdewamî ji bo lêgerîn û pişkinînê bo her cihekî û desteserkirina her kesî, ew kes lêkolîn bi wan re tên kirin û li girtîgehê dimînin li gor biryara dadwerî lêkolînê.”
Li gor agahiyan, ew serkirdeyê DAIŞê beşdarî komkujiya serbazgeha Spiker a Iraqê kiriye û li Kerkûkê jî xwe wek aware dabû nasandin.
Şaneyên veşartî yên DAIŞê ev çend hefte ne liv û tevgera xwe li Kerkûkê zêde kirine û êrîşan dibin ser hêzên ewlekariyê ku heta li hin deveran xalên kontrolê jî danîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin