PeyamaKurd- Li Almanyayê li bajarê Munîhê di çarçoveya konferansa ewlekariyê de, wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu û wezîrê karên derve yê Almanyayê Heiko Maas hevdîtinekî pêkanîn û Maas piştî hevdîtinê bersiva çapemeniyê da. Maas di ragihandina çapemeniyê de got ku divê Rûsya di mijara Idlibê de di şûna rejîma Esed de desthilatiyê bikarbîne.
Maas bi Çavuşoğlu re li ser arîşeyên Lîbya û Sûriyê axifîn û Maas weha got:
“Eger şerê li Idlibê raneweste, em bi endişe ne ku felaketekî mirovî çêbibe. Bo rawestandina şer û pevçûnan, ji Rûsyayê bendewariya me ew e ku rola xwe ya li ser rejîmê bileyîze. Vê sibê bi Rûsya re axifîm û min fikra xwe bo wan got. Eger êrîş ranewestin, wê gelek kesên din ji Idlibê veqetin û ev jî bo berjewendiyên ti kesî nîne. Ez hêvî dikin ku hevdîtinên di navbera Rûsya û Tirkiyê de bên kirin, rê li ber felaketan bigre.”
Maas got ku piştî konferansê ew ê werin cem hev û hêvî dikin ku agirbesa li Lîbyayê dewam bike û di mijara Lîbyayê de pêdiviya wan bi desteka Tirkiyê heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin